Polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina YNKê li Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, endamên polîtburoyê, kadr û alîgirên wê partiyê pîroz kir.
PDKê di peyama xwe de got: "Di vê derfetê de, em careke din tekeziyê li ser hevahengî û tebayiya di navbera hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de dikin, ji bo çareserkirina rast û dirust a kêşe û pirsên niha yên çarenivssaz, herwiha ji bo parastina destkeftiyên me, bihêzkirina saziyan û berevanîkirina li qeyana destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê."