Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Arecî rol di parastina ewlehiya Kurdistan û Iraqê de lîstiye

Hewlêr-KDP : îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) , Di çarçoveya berdewambûna seredana xwe ya dîplomatîk û fermî bo Bexdayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî re civiya û rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê nîqaş kir.

Li gorî ragihandina fermî ya wê civînê, di wê hevdîtinên de Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê bal kişand ser giringiya dîplomatîk a seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û ragihand: "Em şanaziyê bi Herêma Kurdistanê dikin ku xebat û qurbaniyeke zêde daye û roleke diyar di peydakirina sîstema siyasî ya Iraqê de lîstiye."
Her wekî ku di wê daxuyaniyê de hatiye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya rola giring a Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê kir, di warê parastina ewlehî, tenahî û piştgirîkirina wî ji bo mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de.
Her du alî li ser piştgirîkirina kabîneya nû ya hikûmeta federal xizmetkirina gişt pêkhateyên Iraqê bêyî cudahî û çareserkirina tevahiya arêşeyên li gel Herêma Kurdistanê, li ser bingeha rêzgirtina li destûrê, sîstema federal û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.