Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Îtalyayê re civîya

Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.

Di civînê de, pêşvebirina peywendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Îtalyayê re hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser daxwaza xwe ya hevbeş kir ji bo xurtkirina zêdetir a van peywendiyan di warên cuda de.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo piştgiriya berdewam a Îtalyayê dubare kir, bi taybetî di warên siyasî, mirovî û geşpêedanê de, her wiha harîkariya leşkerî ya Îtalyayê ya di dema şerê dijî terorê de ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Mattarella şabûna xwe ya ji bo vê seredanê diyar kir û tekezî li ser berdewamiya pêgîrî û piştgiriya welatê xwe ya ji bo aramî, tenahî û geşepêdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pesnê Îtalyayê yê ji Herêma Kurdistanê re wek parêzger û dergûşa bihevrejiyana pêkhateyên cuda yên li navçeyê, dubare kir.

Di beşeke din a civînê de, pêşhatên dawîn ên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, herdu alî hevnerîn bûn li ser giringiya parastina aştî, aramî û tenahiyê.