Istenbol-KDP.info: Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê radigihîne ku, di merasîma rûmetdayîna Profesor Îsmaîl Bêşîkçî de li Stenbolê, pêgeha neteweyî ya Serok Barzanî û peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn sedema kêfxweşî û pêzanîneke kûr a amadebûyan û Bêşîkçî.
Dr. Salar Osman, endamê Komîteya Navendî û berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê birêveçûna merasîma rûmetdayîna zana û dostê dêrîn ê gelê kurd, Profesor (Îsmaîl Bêşîkçî) got: 'Îsmaîl Bêşîkçî pirtûkek e ku divê bê xwendin. Ew wek zana û fîlozofekî tirk, hemû temenê xwe bexşî kurd û doza wî ya rewa kiriye, lewma erka me hemûyan e ku em çîroka tije rûmet û qurbaniyên vî têkoşerî vebêjin, ji ber ku dibe ku sedsal bên û herin, kêm caran kesayetiyeke wisa derdikeve.'"
Dr. Salar Osman amaje bi wê yekê kir ku di wê merasîma watedar de, amadebûyan û bixwe (Bêşîkçî) spasî û pêzanîna xwe ya kûr pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kirin, ku her dem pişt û piştevanê xweragiriya doza kurd û dostên wê bûye.
Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê her wiha ragihand ku kêfxweşiya amadebûyan di wê şevê de, hevdem bû ligel gihîştina peyam û gulên taybet ên rûmetdayînê yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî.
Dr. Salar Osman pesna rola dilsozane ya her yek ji (Îbrahîm Gurbuz) û (Ehmed Guniştekîn) kir ku bi amadekarî û rêkxistina wê şevê, bala amadebûyan kişandin ser doza rewa ya kurd û dîroka Bêşîkçî.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiyê tekez kir: 'Pêwîst e navê (Bêşîkçî) bigihe guhê zarokên kurd, tirk û neteweyên din jî, daku ew rastiya dîrokî neyê ji bîr kirin ku gelê kurd xwediyê dozeke rewa ye û xwediyê dostên rastîn e jî.