Zaxo -KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî 30emîn merasîma derçûna efseran a li Koleja Leşkerî ya 2yemîn a li Zaxo bû. Nêçîrvan Barzanî ev roj wekî "roja serbilindiyê" bi nav kir û got: "Derçûna van efserên ciwan, nîşaneya dilsozî û amadebûna nifşê nû ye ji bo parastina ax û niştiman."
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser dîroka qahremaniya Pêşmerge û got: "Pêşmerge bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi xwîn û canê xwe parastina axa Kurdistanê kir û rê neda ku welat bikeve destê terorîstên DAIŞê.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Pêşmerge parêzvanê welêt e û li ser Îraqê ne metirsî ye.
Barzanî bangî hikûmeta Îraqê kir û got:
"Pêwîst e Îraq erkên xwe yên qanûnî û destûrî yên li hemberî Pêşmergeyan bi cih bîne."