Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûne sembola berxwedanê bo hemû azadîxwazan

Hewlêr-KDP.info : îro 12ê Gulana 2026an , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê, peyamek bi helkefta salvegera 52emîn a şehîdkirina "Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û çar hevalên wê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya şehîdan û got: "Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê, di pênava azadî û kerameta gelê xwe de bi awayekî wêrek canê xwe feda kirin." Serok Barzanî her weha destnîşan kir, ev şehîd bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûne pêşeng û sembola berxwedanê.

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî silavên xwe ji bo rihê paqij ê Leyla Qasim, hevalên wê û hemû şehîdên riya azadiyê şandin.