Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Damezrandina Bingehê Laliş

Hewlêr-KDP.info : Serok Barzanî ragihand ku Bingeha Lalişê xizmeteke berçav ji bo parastina çand û nerîtên Êzîdiyan û kultûra Kurdistanê kiriye.


Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û sêyemîn salvegera damezrandina Bingehê Lalişê, pîrozbahiyê li desteya bilind, endam û kadroyên Bingehê Laliş û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim. Cihê kêfxweşiyê ye ku Bingehê Laliş, bi hewldanên xemxûr û kadro û rewşenbîrên civaka Êzdî di salên borî de, xizmeteke berçav pêşkêşî civaka Êzdî û çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên Êzdiyan kiriye.

Digel destxweşiyê, hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir ji bo Bingehê Laliş û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdî dixwazim.

Di xêr û xweşiyê de bimînin.



Mesûd Barzanî
12ê Gulana 2026