Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Bîranîna Şehîdbûna Leyla Qasim û Hevalên Wê

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê :

Îro, em bi rêzdarî bîranîna keça têkoşera Kurd, Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê dikin, ku berî 52 salan bi navê azadî û serfiraziya Kurdistanê de rûbirûyê sêdarê bûn û hatin şehîd kirin.

Leyla Qasim, ne tenê semboleke neteweyî ye, lê meşxeleya hişyarî û pêşengiya jinên Kurdistanê bû di xebat û cangoriyê de. Wê bi berxwedana xwe ya bêhempa di zindanê de û li ber bendê sêdarê, selmand ku jina Kurd xwediyê îradeyeke polayîne û amade ye bi navê azadî û rûmeta gelê xwe de, canê xwe bike gorî.

Xebata Leyla Qasim, ku bû mînaka rûmet û bawerî bixwebûnê ji bo hemû nifşên piştî wê, her ji bajarê Xaneqînê heta Zanîngeha Bexdayê û heta kêliya dawîn a jiyana xwe di zindanên rejîma Bees de, wekî derseke cangorî, berxwedan û welatparêziyê, her û her di wîcdana Kurd û Kurdistaniyan de zindî dimîne.

Di vê bîranîna bi êş de, em serê rêz û hurmetê li ber giyanê paqij ê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2026