Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî ligel Serokkomarê Tirkiyeyê dicive

Hewlêr-KDP.info : îro 9ê Gulana 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî digihîje Tirkiyeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de, li Koşka Dolmabahçeyê ya bajarê Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên payebilind ên wî welatî re dicive.
Di civînan de, ji bilî gotûbêjkirina li ser pêşxistina peywendiyên dualî, guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê jî tên nirxandin.