Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, berînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Qeys El-Xezelî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya welat, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya federe, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û bandor û encamên wê li ser Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevfêmkirina hevbeş ji bo çareserkirina probleman û berdewamiya harîkariya navbera hêzên siyasî kirin ji bo derbaskirina astengiyan di berjewendiya bilind a welat û tevahiya pêkhateyên wê de.