Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Civata Nûneran re civiya

Bexda-KDP.info : Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Heybet El-Helbûsî, Serokê Civata Nûneran a Iraqa Federe re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û yasayî ya welat û rola saziya yasadanînê ya piştevaniya aramiyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevfêmkirina navbera hêzên siyasî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kirin ji bo derbaskirina astengiyan, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî ya welat bike.

Herdu alî hevbawer bûn ku pêwîst e qonaxa bêt li ser bingeha hevparîya rastîn be û karkirin ji bo erêkirina wan yasayên ku nîştimanî ne û mafên destûrî yên hemû pêkhateyan diparêzin, ji karên pêşîn ên parlemento û hikûmetê bin. Hevdem tekezî li ser pêwîstiya yekxistina dîtinan hate kirin ji bo çareserkirina probleman li ser bingeha destûrê û parastina mafên welatiyan.

Rewşa navçeyê û bandor û encamên wê, beşek din a civînê bû. Tê de tekezî li ser parastina aramî û tenahî û berjewendiyên bilind ên Iraqê û tevlînebûna aloziyan hate kirin.