Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de rewşa giştî û guhertin û pêşhatên siyasî û ewlehî yên Iraq û deverê hatin nirxandin. Di pareke din a danûstandinan de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê li hev guhertin.
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz tekez li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke xizmetkarî kir, ku daxwazên hemî pêkhateyên Iraqê bi cih bîne û rêzê li qewareya destûrî û mafên gelê Kurdistanê bigire.