Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera Rojnamegeriya Kurdî de

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û tê de ragihand, parastina azadiya ramanê binyadeke sereke ya demokrasiyê ye.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Salvegera 128 emîn saliya derketina rojnameya (Kurdistan) û Mîr Miqdad Mîdhet Bedîrxan û salvegera 28 emîn saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, bi germî li hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Di vê boneyê de, careke din em tekez li ser pabendbûna xwe ya neguher bi parastina azadiya rojnamegeriyê û derbirîna ramanê weke bingeheke sereke ya demokrasiyê û civakeke medenî ya pêşketî dikîn.

Em ê di xebata xwe de berdewam bin ji bo dabînkirina jîngeheke guncaw û dûrî her astengiyekê ji bo karê medyayî, bi awayekî ku mafê gihîştina agahiyan mîsoger bibe û parastina pîşeyî ji bo rojnamegeran dabîn bike.

Rojnamegeriya azad û wêrek, hevpareke bibandor e di avakirina hikûmeteke baş û dadperwer de, lewma ji rojnamegeran daxwaz dikim ku bi dilsozî û pîşeyî ya herî zêde, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û rola xwe di bicihanîna çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêborînê de bilîzin û ruhê welatparêziyê û hezkirina welat geş bikin.

Silav li bîranîn û giyanê şehîdên rojnamegeriyê û wan hemû pêşengan ku temenê xwe ji bo xizmeta peyva azad terxan kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22.04.2026