Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya 22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî û 126emîn salvegera derçûna rojnameya "Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatibû weşandin, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû rojnamevanên Kurdistanê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi minasebeta roja rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hijmara rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîr Mêqdad Medhet Bedirxaneve ku, hevdem salvegera damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ye, pîrozbayî li tevahiya Rojnamegerên Kurdistanê, endamên sendîkaya rojnamenivîsan dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir bo wan dixwazin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê weke hertim, pêbendî berevanî kirin ji azadiyar karên çapemenî û rojnamegerî û pêşkêş kirina kar asanî bo Rojnamegerane û di heman demê de, hêvî dikin Rojnamevanên birêz jî di asta pîşe û erkê girîng yê ragihandinê de bin û bi awayeke pîşeyî û berpirsane, karên xwe cîhbicîh bikin û yasa û rêçêk û pîwerên navnetewî yên rojnamegeriyê li berçav bigirin û rola xwe ya çalak bo hişiyar kirina civak û berevanî kirin ji destkeftiyên nîştimanî û çanda bihevre jiyana aştiyane û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê, bilîzin.
Roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz be.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî