Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de îro 16ê Nîsanê peyamek weşand û tê de hat ragihand; rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Di 16ê Nîsana 1987an de, rejîma berê ya Iraqê tawanekî din li dijî gelê Kurd kir ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî bû. Ew tawan bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh ên herêmê. Ev tawan destpêka pêvajoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewambûna siyaseta qirkirina gelê me bû. Rejîm bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî destgîr kirin û bi awayekî hovane bi zindî binax kirin.
Di sî û nehemîn salvegera vê tawana nemirovane de, em silavan ji bo canê pak ê şehîdên wê karesatê re dişînin û hevsozê malbat û kesûkarên wan in. Bîranîn û êşa vî tawanî û hemû karesatên ku hatine ser gelê Kurdistanê, em qet ji bîr nakin.
Mesûd Barzanî
16ê Nîsana 2026an