Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.
Naveroka Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:
Bi minasebeta sersala Êzidiyan gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Êzidî li herêma Kurdistanê û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram de vê cejna han pîroz bikin.
Bi vê minasebeta han piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ji maf û daxwazên xuşik û birayên Êzidî dubare dikin.
Sersala Êzidiyan pîroz be û hertim di nava xweşî de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
15.04.2026