Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Serê Sala Ola Êzdiyan, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û şadiyê ji wan re dixwazim.

Xûşk û birayên Êzdî beşekî resen ê gelê Kurdistanê ne û di vê helkeftê de tekez dikim ku em bi êş û azarên wan re ne û bi hemû şiyanên xwe piştgirîya daxwazên xûşk û birayên Êzdî dikim.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên we bi şadî û aramî derbas bibin û hûn her di xêr û xweşiyan de bimînin.

 

Mesûd Barzanî

14ê Nîsana 2026