Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî Ji bo 38. Salvegera Karesata Enfalê

Hewlêr-KDP.info :  îro 14ê Nîsanê ,  Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek weşand û ragihand, Enfal tawaneke sîstematîk bû ku bi mebesta tunekirina gelê Kurdistanê hatibû kirin.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Enfal birîneke kûr e di dilê hemû gelê Kurdistanê de. Yek ji mezintirîn tawanên ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Iraqê ve bi awayekî sîstematîk û armanckirî li dijî gelê Kurdistanê hate kirin. Di encama wan kiryarên nemirovane de, sed û heştih û du hezar welatiyên Kurd, bêyî ku ti tawanek kiribin û tenê ji ber Kurdbûna wan, hatin bêserûber û şehîd kirin. Herwiha, kîmyabaran, Erebkirin, derxistina bi darê zorê, guhertina demografîk û wêrankirina bi hezaran gund û hewldana têkbirina hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşekî din ê wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Iraqê li dijî gelê Kurdistanê encam daye.

Enfal zordariyeke pir mezin bû û di heman demê de derseke girîng e ji bo nifşên niha û yên pêşerojê ku nabe di bin tu şert û mercî de were jibîrkirin. Pêwîst e ev tawan li ser asta navneteweyî weke jenosîd were naskirin û li ser asta Iraqê jî ew piştrastî hebe ku ev tawan li hemberî gelê Kurdistanê qet dubare nebin. Herwiha, erkê dewleta Iraqê ye ku ziyanên Enfal û wê jenosîda ku li dijî miletê me hatiye kirin, qerebû bike.

Di bîranîna sîh û heştemîn salvegera karesata Enfalê de, hezar silav ji bo giyanên pak ên şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin, û em hevbeşê xem û êşa malbat û xizmên serbilind ên Enfalê ne.

 

Mesûd Barzanî

14ê Nîsana 2026