Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok BarzanĂ®: aştĂ® her tim ji şer baştir e

Hewlêr-KDP.info : îro Çarşemê, 8ê Nîsanê , Serok Mesûd Barzanî, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye.

Serok Barzanî herwiha tekez kir, bijardeya aştiyê her tim ji wêrankariyên şer çêtir û pêştir e.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Em hêvîdar in ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de aştiyeke berdewam, asayîş û bextewariyê ji bo navçeya me bîne û bibe destpêka bidawîbûna yekcarî ya wan kêşeyên ku li navçeyê me hene. Bêguman, aştî her tim ji şer baştir e