Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Armancgirtina malên sivîlan tawana şer e

Hewlêr-KDP.info : Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şehîdxistina du hevjînên Hewlêrî peyamek belav kir û diyar kir ku ev êriş tawanên şer in.

Naveroka Peyama Serokê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Ez bi bihîstina nûçeya êrişa dronî ya li ser mala Pêşmergeyekî li sînorê Hewlêrê, ku bû sedema şehîdbûna wî û hevjîna wî, pir xemgîn û dilgiran im.

Bi her awayî vê tawana kirêt şermezar dikim û tawanbaran rûreş dikim.

Armancgirtina xelkê sivîl û malên welatiyan tawana şer e. Em ê daxwaza xelkê bêguneh ê Kurdistanê bigihînin hemû cîhanê da ku sînorek ji bo vê sitemkariya ku li hemberî wan tê kirin were danîn û êdî bi hincetên bêbingeh, êrişî xelkê Kurdistanê neyê kirin.