Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Qiyamê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê , Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo Cejna Qiyamê ya Hezretî Îsa peyamek belav kir.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Hatina Cejna Qiyametê ya Hezretê Mesîh, pir bi germî li hemû hevwelatiyan û xuşk û birayên me yên krîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn ji hemûyan re bibe mifa, xêr, xweşî û aramî.

Di vê bîranînê de, em dîsa tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê derguşa pêkvejiyan, tibayî û hevduqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne. Hevwelatiyên me yên krîstiyan beşeke resen û neveqetiyayî ya civaka Kurdistanê ne û tevî gelê Kurdistanê xwedî dîrokeke tije tekoşîn û hevbeşiyê ne.

Cejna we hemûyan pîroz be, hêviya cejneke şad û bêhnvedaneke aram ji hemûyan re dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.04.2026