Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî cejna Qiyameyê li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de Cejna Rabûnê (Qiyame) li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Naveroka Peyama Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta Cejna Rabûnê (Qiyame) ya Hezretê Mesîh (Silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî tevahiya Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî, tenahî û bidawîhatina şer û nexweşiyan li Kurdistanê û deverê.

Di vê helkeftê de, em tekeziyê li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê bi zêdetir bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û her dem di nava xweşî û tenduristiyê de bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

05.04.2026