Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Cejna Rabûna Pîroz

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh, peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de daxwaza kûrkirina çanda pêkvejiyanê kir.


Naveroka Peyama Serok Barzanî:


Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya hatina Cejna Rabûna Pîroz (Qiyame) a Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvî dikim ku ev bone bibe sedema kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetiyê, û xûşk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhateyên din ên olî û neteweyî yên li Iraq û herêmê di aşitî û aramiyê de bijîn.

Cejna we pîroz be û di xêr û xweşiyê de bimînin.



Mesûd Barzanî
4ê Nîsana 2026