Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyamek ji Serok BarzanĂ®

Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.

Naveroka Peyama Serok Barzanî :

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî wê êrîşa ku berbanga îro bi mûşekên Îranî li ser baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin, şermezar dikim. Mixabin, di encamê de çend Pêşmergeyên leheng şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên wê êrîşa neheq dikim û xwe hevbeşê xemên wan dizanim û hêviya şifa û başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazim.

Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetekê nagire. Ji bo çendemîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana prensîbên cîrantiya baş û qanûna navdewletî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye beşek ji vî şerê niha yê li herêmê û tu demekê gef li ser cîranan nebûye.

Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn sermayeya gelê me ye.

Mesûd Barzanî
24ê Adara 2026