Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi tundî wê êrîşa mûşekî ya Îranê şermezar dikin ku îro berê sibehê baregehên Hêza Pêşmerge ya li tixûbê Soranê kirin armanc û di encamê de hejmarek Pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikin û em hevxema wan in, herwiha hêviya şîfa û başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazin.
Herêma Kurdistanê her dem faktoreke aramî û ewlehiyê bûye. Em pabendî siyaseta tevlînebûn û dûrketina ji nakokiyan in, û bi ti awayî em ne tehdît in li ser ewlehiya welatên cîran. Loma ev êrîş, destdirêjiyeke rasterast û dijminane ye li ser serweriya welat û tu hincet hilnegire û bi temamî li dijî bingehên cîranîtiya baş e.
Daxwazê ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku hewldanên xwe zêdetir bikin ji bo rêgirtina li dubarebûna van destdirêjiyan û parastina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.03.2026