Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack wergirt.

Di vê peywendiyê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatine kirin, bi tundî şermezar kirin.

Herwiha, Mesrûr Barzanî û Tom Barrack tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e di peywendiyeke berdewam de bin.