Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Mesrûr Barzanî Bi Boneya Bîranîna Serhildanê

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Adarê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Adara 1991ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye..

Naveroka Peyama Mesrûr Barzanî:

Di 35emîn salvegera Serhildana mezin û bi rûmet a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Serhildan yek ji destkeftên herî bi rûmet ên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekitî û yekrêziya pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû. Di bin siya serhildan, xebat, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de, îro Herêma Kurdistanê xwedî qeware û saziyên fermî û şer'î ye, ku pêwîst e bi her awayî parastina wan bikin û hîn bêtir pêş bixin.

Di vê salvegera bi rûmet de, em tekez dikin ku yekitiya gelê Kurdistanê sermayeya me ya herî mezin û herî bi hêz e. Çawa ku di bin siya yekitiya gelê Kurdistanê de Serhildana Adara 1991ê bi ser ket û gihîşt encamê û destkeftên îro jê berhem hatin, di vê kêliya îro de jî pêwîst e gelê Kurdistanê ji her demê bêtir parastin û berevaniyê ji destkeftên xwe yên niştimanî û neteweyî bike, ji bo paşerojeke baştir û pêşketîtir.

Bîranîna Serhildana dîrokî ya 1991ê bilind û bi rûmet be.

Silav li rihê pak ê şehîdên Serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

5ê Adarê 2026