Hewlêr-KDP.info: îro (Şemî 21ê Sibata 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek ji bo Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê belav kir û ew roj li Kurdistaniyan pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa bal kişandiye ser nirxa ziman wekî pênaseyek ji bo neteweyê û got: Ziman bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştîmanî ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka din a peyamê de bal kişand ser pêkvejiyan û pirçandiyê li Herêma Kurdistanê û nivîsî: Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda cuda dewlemend e û ew çavkaniya serbilindiyê ye, hemî pêkhateyên Kurdistanê bi azadî bi zimanên xwe yên dayikê diaxivin û dixwînin.
Mesrûr Barzanî herwesa li ser nerîn û xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de tekez li ser pêvajoya perwerdehiyê kir û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi girîngîdana bi zimanê Kurdî û zimanên hemî