Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshûa Harris, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.
Di hevdîtinê de, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka piştgirê Herêma Kurdistanê ye di çarçoveya Iraqê de û herwiha bi rêzdarî li rola Serok Barzanî di pêvajoya siyasî ya Iraqê de dinêre, ji sala 2003ê heta niha û di paşeroja pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî. Herwiha eşkere kir ku welatê wî daxwazkarê hevpeymaniya stratejîk bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ye û pêwîst e Iraq xwedî biryara xwe be û berjewendiyên wê li ser berjewendiyên din bin, da ku Amerîka karibe peywendiyên xwe bi Iraqê re pêş bixe.
Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku her dem daxwazkarê ew e bûne yasa û destûra li Iraqê serwer bin û hevparî, hevsengî û lihevhatin bingeha sereke ya peywendiyên Herêm û Bexdayê be. Giringî jî da wê yekê ku di hikûmeta paşerojê ya Iraqê de ew sê bingeh werin berçavgirtin, destûr were cîbicîkirin û dawî li wan reftarên nerast ên ku li ser mijara budçeyê û mijarên din bi gelê Kurdistanê re tê kirin, were anîn. Serok Barzanî herwiha diyar kir ku pêwîst e Iraq xwediyê biryara xwe be û peywendiyên hevseng bi cîranên xwe re hebin.
Rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî ya Herêmê babetên din ên wê hevdîtinê bûn.