Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna 73 Salî ya Damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de, rola dîrokî ya van her du rêxistinan di xebata rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand.


Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyan (Xwendekar) û Lawanên (Ciwanên) Demokratên Kurdistanê, ez pîrozbahiyên germ li Sekreter û endamên sekreteriyetê û hemû ciwan û xwendekarên Kurdistanê yên delal dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwazim.

Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê di Şoreşa Îlon û Gulanê, Serhildanê û qonaxên din de bûye cihê perwerdekirina têkoşer û welatparêzan û kadroyên bi jêhatî. Herwiha rola xwe di piştgirîkirina Pêşmerge û têkoşîna Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de bi şayêsteyî lîstiye û qurbanî dane.

Erka rêxistina xwendekar û ciwanan e ku di hemû rewş û qonaxan de pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetiyê bin û bi rêya belavkirina hişyariya neteweyî û bawerî bi xwe bûna neteweyî di nava civakê de, xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê bikin.

Her serkeftî bin û di xêr û xweşiyê de bimînin.



Mesûd Barzanî
18ê Sibatê 2026