Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Bila em vê helkefta olî ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê bikin derfetek.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Hatina meha Remezana pîroz, ez bi germî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr û bereketa û aramiya gelê Kurdistanê û tevahiya herêmê.

Bila em vê boneya olî bikin derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêborîn, lihevhatin û pêkvejiyanê, ku her tim nasnameya xweşik a Herêma Kurdistanê bûye.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku ev meha pîroz bibe destpêka dawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştiyê û lihevhatinê li tevahiya cîhanê de belav bibe.

Remezan li we hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17/02/2026