Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin

Mûnîh-KDP.info:Serê sibehiya îro Yekşem, 15.02.2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Xanim Katharina Reiche, Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê, civiya.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên aborî yên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û handana sermayeguzarî û veberhênana Almanî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewamiyên Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdgirtina ji ezmûna Almanyayê di warê enerjî û aboriyê de dubare kir.