Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Pêşwaziya Xatûna Victoria Taylor kir

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemiyê, 11ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Xatûna Victoria Taylor, Cîgira berê ya Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên (Iraq-Îran) û Berpirsa Beşa Înîsiyatîfa Iraqê li Navenda Lêkolînê ya Civata Atlantîkê (Atlantic Council) kir.

Di hevdîtinê de, rewşa niha ya giştî ya herêmê, pêvajoya siyasî ya Iraqê, û hewldanên dawî yên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Di heman hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên wê hatin behskirin. Xatûn Victoria Taylor bal kişand li ser rola girîng a Serok Barzanî ya di hewldanên wî yên li gel Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê ji bo cîgîrbûna agirbestê û pêkanîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û wan hewldanan gelek bi bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ragihand ku "em dixwazin aştî û aramî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê cîgîr bibe û agirbesta di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de berdewam bike, û her du alî pabendî cîbicîkirina bendên lihevhatina di navbera wan de bin ji bo bidawîkirina şer û alozîyê. Di vê çarçoveyê de, her tiştê ku ji destê me hatibe, ji aliyê navbeynkariyê ve di navbera her du aliyan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimî û ziyanberketiyan, me pêk anîye."