Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bi Desteya Serokayetiya ENKSê re civiya

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê 9ê Sibata 2026ê li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî bi Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.

Di wê civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin û bal kişandin li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurd di qonaxên bê de. Herwiha tekez li ser danûstandin û diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.