Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 1ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û Xanima Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li ser navê Serok û Hikûmeta Amerîkayê spas û hurmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo hemû piştgirî û alîkariyên ku ji bo rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de nîşan daye.
Herwiha, di derbarê pêvajoya siyasî ya li Iraqê de, careke din piştgirî û helwesta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Iraqê de tekez kir.
Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatinê, spasiya rol û helwesta Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan ji bo gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku eger helwest û piştgiriya Amerîkayê nebûya di sala 1991ê de, me nedikarî destkeftiyên Raperînê û Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêzin.
Derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê kirin û hevfikir bûn ku divê Iraqî bi xwe li ser bingeha hevparî, hevsengî û lihevkirinê, biryarê li ser rewşa welatê xwe bidin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan pêşwaziyê li gotûbêj û şêwirên vê dawiyê yên Bexdayê kirin ji bo pêkanîna rêkar û senaryoyên siyasî ku tê de berjewendiyên Iraqiyan bêne berçavgirtin û ji her aliyekî ve hevbeşiya Amerîka û Iraqê bê bihêztir kirin.