Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Naveroka Peywendiya Telefonî ya Navbera Serok Barzanî û Serokê Sûriyê

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Şemiyê, 31.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Ehmed Şer Serokê Sûriyê de peywendiyeke telefoniyê hate encam dan.

Di vê peywendiya telefoniyê de, rewşa Sûriyê, guhertinên dawî, lihevkirina di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, û pengavên paşerojê hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekez li ser pêwîstiya damezrandina aşîtî û aramiya li Sûriyê kirin û hat dubarekirin ku diyalog û lihevkirin rêya serekiya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan be.