Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Çemçemalê re xwest

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , peyameka hevxemiyê weşand ku tê de hatiye, “Mixabin ji ber lehiyê, du welatî li komelgeha Şorişê ya girêdayî qezaya Çemçemalê mirin û zirarên madî jî gihîştine malên welatiyan û dibistan û fermangehên hikûmetê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: "Ez ji dil û can sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ez hevparê xema wan im û daxwaza zû çareserbûnê ji birîndaran re jî dikim."

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku, wî wezaretên peywendîdar û rêveberiyên xwecihî erkdar kirine ku di hawara lêqewimiyan biçin û her alîkariyeka pêdivî be pêşkêşî wan bikin.