Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Reşad Mîran kir

Hewlêr-KDP.info: îro, Duşem, 8ê Berçileya 2025ê, Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li civaknas û zanayê naskirî yê Kurd Dr. Reşad Mîran kir û ji ber wergirtina xelata navdewletî ya "Pûşkîn" pîrozbahî lê kir.

di hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewldanên zanistî û akademîk ên Dr. Reşad Mîran anîn ziman. erok Barzanî destxweşî li Dr. Reşad Mîran kir ku xelata "Pûşkîn" bi dest xistiye. 

Hêjayî gotinê ye ku ev xelat meha borî li bajarê Moskoyê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji bo wî hatibû bexşîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Dr. Reşad Mîran spasiya Serok Barzanî kir û kurteyek derbarê kar û xebatên xwe yên zanistî de şirove kir. Herwiha wî çend pirtûkên xwe yên nû wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.