Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê Civiyan

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro Sêşemê 25.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pêre kir.

Di civînê de, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û paşeroja pêvajoya siyasî li welat û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin, herwiha li ser wê yekê hevfikir bûn ku berjewendî û nirxên hevbeş, Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin. Di vê çarçoveyê de, wan behsa warên hevkariya di navbera xwe de kirin.

Herdu aliyan lidarxistin û serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran wek pengaveke girîng û erênî nirxandin û hêvî xwestin ku bibe sedema pêşketina pêvajoya siyasî li welat, herwiha bersivdarê daxwaz û hêviyên welatiyan be.

Peywendiyên Hewlêr – Bexda, girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a civînê bû.