Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Fransayê li Bexdayê Kir

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê, 25ê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya birêz Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Bexdayê, kir.

Di hevdîtinê de, ku birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Fransayê li Bexdayê serkeftina hilbijartinan li Serok Barzanî pîroz kir. Wan hêvî kir ku di qonaxa bê de gotûbêj û danûstandinên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi awayekî çalak bimeşin, da ku hikûmeteke bi bandor were damezrandin ku li gorî daxwazên gelê Iraqê be.

Di hevdîtinê de, rewşa Iraq û herêmê bi giştî, pêşhat û guhertinên siyasî yên di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, aramiya herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî de hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya rola dîrokî ya Fransayê kir û bal kişande li ser gotûbêj û danûstandinên dawî yên piştî pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de. Herwiha, Serok Barzanî helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê bi rêya gotûbêjan ligel hêz û aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê ronî kir.