Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îzet Şabender, kesayetiya siyasî ya Iraqî kir.
Di hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya li Iraq û herêmê bi giştî hate kirin. Herwiha ronahî xistin li ser encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê.