Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 23yê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz (Ehmed Hesen Ehmed Silêman El-Şihî) Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê silav û rêzên serkirdayetiya Îmaratê gihand Serok Barzanî û serkeftina pêvajoya hilbijartinê li Serok Barzanî pîroz kir û hêvî xwest ku encamên hilbijartinê di xizmeta gelê Iraqê de bin. Herwiha, Konsulê Giştî yê Îmaratê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe di warên aborî, bazirganî, teknolojiya zanyarî, çandinî û warên din de bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bi xêr hatina Konsulê nû yê Îmaratê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û dûpat kir ku gelê Kurdistanê her dem nêrîneke erênî û dostane li hember Îmaratê heye û pêşwazî li berdewamî û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir.
Pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî, mijareke din a vê hevdîtinê bû.