Hewlêr-KDP.info: îro 22ê Mijdara 2025ê , li Hewlêrê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiyan.
di civînê de rewşa giştî ya Iraqê ya piştî proseya hilbijartinên parlamentoyê û qonaxa niha ya siyasî hat nirxandin.
Mijareke din a sereke ya hevdîtinê, hewl û danûstandinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê bû, her du alî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn.
Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî tekez kirin ku divê pirsgirêkên heyî li ser bingeha destûrê û rêkeftinên heyî bên çareserkirin.