Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziyê li Fermandarê Hêzên Sûriye Demokrat kir

Dihok- KDP.info: Roja Çarşemiyê, 19ê Mijdara 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriye Demokrat, kir.

Di civînê de ku Mihemed Îsmaîl, Serokê ENKSê, û Osman Baydemir, siyasetmedarê Kurd ê Bakur, û çend kesayetî û berpirsên din yên Rojavayê Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî ligel bi xêrhatina şanda mêvan, dilxweşiya xwe anî ziman ku her du alî bi hev re beşdarî Korbenda MEPS 2025 li bajarê Dihokê dibin. Her du aliyan spasiya rola Serok Barzanî kirin di parastina doza rewa ya gelê Kurdistanê de. Piştre, li ser rewşa Sûriyê û herêmê danustandina bîr û ramanan kirin. Serok Barzanî destnîşan kir ku pêwîst e pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane di çarçoveya Sûriyeya nû de bê çareserkirin û şaşiyên berê werin rastkirin û dubare nebin. Serok Barzanî tekezî li ser bîhnfirehî, aştî û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurd kir û destnîşan kir ku divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Fermandarê Hêzên Sûriye Demokrat spasiya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kir, ji bo vexwandina wî ya ji bo Korbenda MEPS 2025. Herwiha behsa rola Serok Barzanî kir ku hewlên wî ji bo nêzîkbûn û bidestxistina yekrêziya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de dida û herwiha piştgiriya Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku di çend salên borî de deriyên wan ji bo hewandina xelkê Rojavayê Kurdistanê vekirî bûn. Herwiha, piştgiriya Herêma Kurdistanê di têkbirina terorê de jî bilind nirxand.

Metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê û piştgiriya pêvajoya çareseriya aştiyane li Tirkiyê mijarên din ên civînê bûn.