Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bi çînên cuda û kesayetiyên Zaxoyê re civiya

Zaxo-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya devera Behdînanê de, piştî nîvroya roja înê 31ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Zaxoyê bi çîn û tebeqeyên cuda û kesayetiyên Rêveberiya Xweser a Zaxoyê re civiya.

Di vê civînê de, Serok Barzanî axaftinek pêşkêşî amadebûyan kir û tekez kir ku Zaxo dil û canê me ye û ev bajar gelek qurbanî ji bo azadiya Kurdistanê û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de daye. Ji ber vê yekê, em xwe deyndarê Zaxoyê dibînin û divê em xizmeta Zaxoyê û tevahiya Kurdistanê bê cûdahî bikin. Ji bo Zaxoyê jî, tiştê ku hatiye kirin cihê dilxweşiyê ye, lê divê hêj bêtir xizmet were kirin. Ew guhertina ku li Zaxoyê pêk hatiye, li gel du sal beriya niha pir xweş diyar dibe.

Serok Barzanî di axaftina xwe de li ser mijara hilbijartinan bal kişand li ser wê yekê ku em wekî Partî me baweriyeke xurt bi hilbijartinan heye û em dixwazin millet bixwe biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Di hemû hilbijartinan de Partî her dem yekem bûye û vê carê jî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê li pêşiya me ne. Em dixwazin di van hilbijartinan de hêza Partiyê nîşanî hemû aliyan bidin.

Herwiha Serok Barzanî got, "Ez dixwazim hemû alî bizanibin ku plansazî li ser Kurdistanê berdewam e. Eger berê bi rêya leşkerî û şer bû, niha bi rêya madeyên hişbir û bêhêvîkirina xelkê, qelskirina girêdanê, birîna mûçeyan û hewldana birçîkirinê ye. Erka me hemûyan e ku em rê li ber van cure plansaziyan bigirin û rê nedin ku civaka Kurdistanê bi madeyên hişbir tûşî aloziyan û bêhêvîbûnê bibe." Derbarê rewşa siyasî û îdarî ya Iraqê de jî got: "Di dema xwe de, me hemûyan di sala 2002an de, di kongreya rikeberiyê ya li Londonê de, li ser sê prensîbên pir girîng li hev kiribû ku divê Iraq bi hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê were birêvebirin, lê mixabin ew nehat kirin. Piştî hewleke zêde, destûra herdemî ya Iraqê hate amadekirin û xelkê Iraqê dengê xwe jê re da. Mixabin destûr jî wekî pêwîst nehat bi cîhkirin, ji ber vê yekê Iraq tûşî ew qas pirsgirêkan bûye. Niha û di paşerojê de jî, eger dewleta Iraqê li ser wan sê prensîban neyê birêvebirin, pirsgirêkên wê tu carî çareser nabin, ji ber ku dîrokê îsbat kiriye ku yek alî nikare li Iraqê rêveberiyê bike."

Herwiha di axaftina xwe de Serok Barzanî tekez kir ku wekî Partiya Demokrata Kurdistanê, pêdagirbûna me li hember miletê xwe, li hember xwîna şehîdên xwe, li hember rondikên dayikên şehîdên xwe û li hember têkoşîn û qurbanîdana pêşmergeyên xwe heye. Serok Barzanî got, "Partî ji bo niha û paşeroja vî miletî kar dike. Ji bilî berevaniya meydanî û siyasî, em bi ciddî di warê avakirina nû, bihêzkirina binesaziya aborî, pêşxistina sektorên tenduristî, perwerdehî, rê û pir, av û kareba, çandinî û avdanî de kar dikin."

Di beşeke din a axaftinên xwe de, Serok Barzanî bal kişand li ser çanda dewlemend a pêkvejiyanê û ragihand ku Kurdistan milkê hemû pêkhateyan e û divê ew çanda dewlemend bê parastin. Her weha, di derbarê mijara pêkvejiyan û çarenûsa hevpar de, Serok Barzanî mînakeke dîrokî di dema Enfala Barzaniyan de anî ziman, ku çend kesên gundekî Bêdiyal, ku gundekî Aşûrî yên Mesîhî ye, ligel girtina Enfala li devera Barzan hatibûn girtin. Berpirsê ewlehiyê yê wê girtinê ji wan re gotibû hûn Mesîhî ne û hûn azad in, lê wan gotibû em jî Barzanî ne û çarenûsa me bi Barzaniyan re yek e. Ew jî ligel Barzaniyan hatin enfalkirin. Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku hêviya me pir zêde ye ku bi piştgiriya miletê xwe em ê berdewam bikin û divê Kurdistan yek herêm, yek parleman, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe.