Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Êzîdiyan Kir

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekez kir ku ew dê wekî her tim parêzerên mafên wan bin.

Naveroka Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Bi germî û ji dil, Cejna Cemayê li hemû welatiyên me yên Êzîdî pîroz dikim. Hêvîdar im cejneke aram û teha derbas bikin û her sal hemû cejn û boneyên wan û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi xêr û xweşiyê vegerin.

Di vê cejnê de, careke din welatiyên me yên Êzîdî û hemû pêkhateyên Kurdistanê piştrast dikin ku em ê wekî her car piştevan û parêzvanên mafên wan bin û Kurdistan ji bo hemûyan dê her bimîne welatê pêkvejiyana aştiyane.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
6ê Cotmeha 2025