Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî hemû Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Êzîdî beşekî delal û neveqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne. Piştî wan hemû nexweşî û zehmetiyên ku bi ser xwûşk û birayên me yên Êzîdî de hatin û paşê ew rewşa neqanûnî û ne asayî ya ku bi dehan sal e bi ser Şingal û deverên wan de hatiye sepandin, ku cihê dilgiraniya me ye, lê belê bi bawerî û xweragireke mezin, Kurdên Êzîdî cejn û boneyên xwe yên olî bi aramî û azadane bi rê ve dibin.
Bi vê helkeftê, tekez dikim ku erkê hemû aliyan e bixebitin ji bo parastin û bihêzkirina çand û kultura pêkvejiyan û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî li Kurdistanê.
Cejna we pîroz be û di xêr û xweşiyê de bimînin.
Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha 2025