Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Pêşwaziya Hejmarek Ciwanên Kurdistanî yên li Diyasporayê Kir

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya 110 ciwanên Kurdistanî kir ku ji parçeyên cuda yên diyasporayê pêkhatibûn û di nav wan de 12 ciwanên welatên Ewropî jî hebûn.

Di destpêka hevdîtinê de, birêz Îsmaîl Kamîl, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgirîkirina hewldana komkirina Kurdistaniyên diyasporayê di bin sîwaneke neteweyî de ji bo parastina nasnameya wan a neteweyî. Piştî wê, birêz Yad Emîn, Serokê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî, tevî spasiyên xwe û nirxandina ji bo piştgiriyên Cenabê Serok Barzanî, kurteyek li ser damezrandina Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî û sazkirina vê geştê pêşkêş kir, herweha bal kişand li ser armancên nêzîk û dûr yên vê bernameyê.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa girîngiya civîna Kurdistanîyên diyasporayê di bin sîwaneke neteweyî de kirin ji bo parastina çand û ziman û nasnameya neteweyî û piştgirîkirina doza rewa ya Kurdistanê. Herweha tekez kirin ku ciwanên Kurdistanî li derveyî welat divê xwedî cîh û giraniyê bin di organ û dezgehên Ewropî de û girîngiyê bidin xwendin û xwe-pêşxistinê, herweha bibin pireke bihêz a peywendiyê di navbera diyaspora û niştiman de û li derve jî lobiyeke bihêz di warên dîplomasî, siyasî û çandî de ji bo Kurdistanê ava bikin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Cenabê Serok Barzanî behsa rewşa parçeyên din ên Kurdistanê kir û tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya aştiyane ya doza rewa ya Kurdistanê li wan parçeyan kir.