Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Endonezyayê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info:  îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê Didik Eko Pujianto kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz kir ji bo erkê wî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî anî ziman.

Balyozê Endonezyayê jî pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî, bi taybetî jî di warê lihevguhertinên bazirganî de, tekez kir.

Di pareke din a wê civînê de, şert û mercên jiyanê û hêsankarî û alîkariyên dezgehên peywendîdar ji bo revenda Endonezyayê li Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.