Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Bila kes rik û kînê belav neke

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan ragihand ku divê “kes rik û kînê belav neke”.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê:

“Welatiyên hêja yên Kurdistanê,

Hêz û aliyên siyasî,

Sibe ku destpêka bangeşeya hilbijartinên xula şeşemîn a Encûmena Nûneran a Îraqa Federal e, ez bangî hemû aliyan dikim ku pêbendî rêwerzên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin.

Bangeşeyeke şaristanî bi rê ve bibin ku rengvedana bihevrejiyan, hevqebûlkirin û pirrengiya pêkhateyên Kurdistanê be û nebe sedema aloziyan, dubendiyê û bêzarkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan.

Bila her kes di bangeşekirina ji bo siyaset, araste û karnameya xwe de azad be lê nabe ku ti kes û alî rik û kînê belav bikin. Divê xelkê Kurdistanê wekî civakeke medenî, di vê pêvajoyê de hevrikiyeke şaristanî bi rê ve bibe.

Namzedbûna jinan pir girîng û bi qîmet e, divê nav, pêgeh û rêza wan parastî be. Her wiha divê rêz li sembol û pîroziyên hemû pêkhateyan were girtin.

Pêwîst e hêzên ewlehiyê jî bi awayekî profesyonel û bêyî cudahî erkê xwe yê parastina hemû aliyan bi cih bînin.

Di dawiyê de, armanca hemû ew kesên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encûmena Nûneran a Îraqa Federal, xizmetkirina xelkê Kurdistan û Îraqê ye.

Divê zanibin ku bi yekrêzî, lihevkirin û bihevrejiyanê, dikarin baştir xizmeta niha û paşeroja Herêma Kurdistan û Îraqê bikin û maf, destkeftî û berjewendiyên wê biparêzin.

Ji ber vê yekê, nabe di bangeşeyê de karekî wisa li hemberî hev bikin ku sibe nikaribin bi hev re bixebitin.

Ez hêviya bangeşeyeke aram û serkeftî ji bo hemû aliyan û aramî, serfirazî û bipêşketina berdewam ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê dixwazim.”